Li encama agirpêkevtineke mezin li bazar “Emîn” a bajarê Nexdeyê, zêdetirî sed dukan şewitîn û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.
Êvariya roja yekşemî 4ê Pûşperê, bi sedema şewateke mezin li bazara “Emîn” a bajarê Nexdê, ziyaneke mezin gihîşte xelkê û zêdetir ji 110 dukan bi tevahî şewitîn û 35 kes jî ku piraniya wan xwediyê dukanan bûn, di dema valakirina bazarê de debirîndar bûn û ji bo navendên tendirustiyê hatine veguhastin.
Li gor vîdyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, welatiyan piştî çêbûna agir, demûdest daxwaza alîkariyê ji navenda agirkujiyê ya rejîmê li Nexdê kirine, lê hêzên agirkuj ên rejîmê piştî demjimêrekê direng gihîştin cihê şewatê, ku rastî nerazîbûnên tund a xelkê hatin.
Ew agirgirtina bê mînak di bajarê Nexedê de, piştî derdorê du demjimêran û bi alîkariya welatiyên bajarê Nexedê û agirkujên bajarên din hate kontirolkirin.
Welatî û kasibkarên bajarê Nexdeyê, wê agurpêkevtinê bi kesên ser rejîma Komara Îslamî ve girê didin û wê yekê bi tolhildana rejîmê ji kasibkar û baziriyan didine zanîn, ku di dema şoreşa Jînayê de bi hev re û digel xelkê dest avêtibûn bi gireva berfireh.
Hêjayê gotinê ye ku Fermandarê rejîmê li Nexdeyê û medyayên ser bi rejîmê bi gotinên dûr ji rastiyê û xapîner, amadebûna zû ya hêzên agirkuj ên rêjîmê li cihê agirpêkevtinê dane zanîn û îdia kirine ku ziyan bi 50 dukanan kevtiye.