Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; Di mehekê de 107 kes di tevahiya Îranê de hatine girtin

11:13 - 1 Hezîran 2023

Di heyama meha Gulana 2023 a Zayînî de, li tevahiya Îranê aliyê kêm 107 hevwelatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, amara girtina hevwelatiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li tevahiya Îranê li meha Gulana 2023an belav kiriye û daye zanîn, di heyama meha borî de aliyê kêm 107 hevwelatî ku 21 kes ji wan jin in, li tevahiya Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Pêka wê amarê, nîveya kesên hatinî girtin, wate 54 kes ji wan Kurd bûne, û 12 kes Belûç û 8 kes jî çalakvanên medenî yên Tirk bûne.

Hengawê ragihandiye ku di meha Gulanê de, herî kêm 11 çalakvan ji kêmaniyên olî li Îranê hatine girtin ku 6 ji kes wan peyrewên ola Behayî bûne. Herwiha 3 çalakvanên Kurd ên ser bi ola Yarsan û 2 çalakvanên Sunne mezeb li Kurdistan û Belûçistanê ji aliyê saziyên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hengawê di rapora xwe de daye zanîn, di meha borî de, herî kêm 21 çalakvanên jin, 6 çalakvanên medyayî, 6 mamoste û xwendekarek ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.