Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

12:18 - 3 Hezîran 2023

Binçavkirina ciwanan û sepandina cezayên giran bi ser xelkê de ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û rejîm bi êrîşkirin bi ser malên welatiyan, wan bê belgên yasayî binçav dikin.

Pêka Nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 11ê Cozerdanê ciwanekî Kurd yê bi navê “Kawyan Mewlûdî” yê temen 18 salî û kurê Umer ê xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ku hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayasî ew ciwanê Kurd di dema zivirîn ji Bokanê bo Mihabadê hatiye binçavkirin.

Hatiye ragihandin ku piştî lipeyketinên malbata navbirî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, hêzên rejîmê ji wan re gotine ku kurê wan bi sedema çûn bo ser tirba şehîd “Simko Mewlûdî” şehîdê şoreşa “Jîna”yê bi alaya Kurdistanê, hatiye binçavkirin.

“Kawyan Mewlûdî” niha li girtîgeha bajarê “Mihabad”ê de ye û li benda şandina dosiyeya wî bo dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê ye.

Hêjayê gotinê ye ku “Kawyan” kurmamê şehîd “Simko Mewlûdî” ye, ku navbirî roja Çarşemî 4ê Xezelwera 1401 a Rojî, li xwenîşandana bajarê “Mihabad”ê de bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê şehîd bû.