Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîvan; Kuştina çendîn hespên kasibkaran ji aliyê Spaha Pasdaran ve

10:50 - 27 Hezîran 2023

Spaha Pasdaran a terorîst di berdewamiya cinayetên xwe de, li navçeya sînorên Merîwanê hespên kasibkar û kolberan şewitand.

Pêka nûçeya ku ji bo Oda Nûçeyan a Ragihandina PDKÎ hatiye şandin, roja Duşemî 5ê Pûşperê, hêzên Spaha  Pasdaran a terorîst li sînorên bajarê Merîwanê, bi mebesta rêgirtin ji kasibiya kolber û kasibkarên vê deverê, tevî vê ku bi gulleyên rasterast hespên wan kuştine, piştre şewitandine.

Spaha Pasdaran a terorîst berdewam mijûlê kiryarên nemirovane û terorîstî ye li Kurdistanê bi giştî û li navçeyên sînorî bi taybet û roj nîne ku teqe li kolberan neke û wan nekuje û birîndar neke.