Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî kedkarî bo dadgeha rejîmê li bajarê Sinê hate benghêjkirin

10:53 - 27 Hezîran 2023

Çakakvanekî kedkarî ji aliyê taya 2 a Dadgeha Giştî û Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê hatiye banghêjkirin û bi navbirî re hatiye ragihandin ku heta 5 rojan derfet heye, xwe bi vê dadgehê bide nasandin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, çalakvanê kedkarî yê bi navê “Kameran Saxtimanger” ku tohmeta “kombûn û hewldan li dijî ewlehiya navxwe û derveyî welat û propagende li dijî nizam”ê ji aliyê dadgeha rejîmê ve bi ser de hatiye sepandin, bo taya 2 a Dadgeha Giştî û Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê hate banghêjkirin.

Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn ku “Kameran Saxtimanger” berê bi tohmeta “endamê yek ji hizbên siyasî yên Kurd û çalakiyên banghêjî li dijî rejîmê”ê, 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, lê piştre cezayê sepandî bo 28 meh girtîgeh, hatibû kêmkirin û li 1ê Xakelêweya 1402 a Rojî, ji girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê hatibû azadkirin.

Navbirî li roja Duşemî 5ê Pûşpera 1402 a Rojî, ji aliyê dadgeha rejîmê ve hatiye agehdarkirin ku heta 5 rojan derfet heye xwe bi taya 2 a Dadgeha Giştî û Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê bide nasandin.