Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza nûnerên Kongireya Amerîkayê ji bo pêşîgirtina çeka Navkî ya Îranê

11:29 - 27 Hezîran 2023

Di nameyekê de zêdetir ji nîveya nûnerên Kongireya Amerîkayê ji Serkomarê Amerîkayê “Co Baydin” daxwaz kirin, ku hewlên zêdetir bide da ku nehêle rejîma Îranê bigihîje bi çeka Navkî û li rastaya danîna cezayên nû yên Saziya Neteweyên Yekbûyî li dijî Îranê hewlê bide.

Ev nameye ji aliyê 249 nûnerên Amerîkayê ji wan 139 nûnerên Komarîxwaz û 110 nûnerên Demokratê ve hatiye wajokirin.

Di vê nameya han de ku roja Înê ji Serkomarê Amerîkayê re hatiye şandin, ti îşareyek bi raportên vê dawiyê yên derheq danûstandin û rêkevtinên nihînî û ji nişkê ve yên bi Îranê re nehatiye kirin.

Wan nûnerên Kongireya Amerîkayê ragihandine: “Amerîka divê şiyan û hewlên xwe ji bo rêgirtin ji bidestxistina çeka Navkî ji aliyê rejîma Îranê ve zêdetir bike û bê ti dudiliyê Îranê agahdar bike ku her pêşveçûnek zêdetir di bernameya Navkî ya wê de, dê encamên giran li pey hebin”.

Berî vê yekê jî, roja 31ê Cozerdanê, 26 Senatorên Amerîkayê di nameyekê de daxwaz ji “Co Baydin” kiribûn ku pêşiya bidestxistina çeka Navikî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê bigire.