Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşanderekî binçavkirî û xelkê bajarê Şino bi danîna barimteyek gelek giran hat azadkirin

11:45 - 27 Hezîran 2023

“Eyûb Axaliyanî” xwenîşander û binçavkiriyê xelkê bajarê Şino, bi danîna barimteya 21 milyard û 250 miliyon Tumenî hate azadkirin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, roja Duşemî 5ê Pûşperê, xwenîşanderek Kurd yê bi navê “Eyûb Axaliyanî” yê temen 22 salî û kurê Cehangîr, bi danîna barimteya 21 miliyard û 250 miliyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha Navendî ya rejîmê li Urmiyê hat azadkirin.

“Riza Necefzade” Dadwerê taya 3 a Dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê “Urmiyê” bo azadkirina demkî ya navbirî ev barimte diyarî kiriye.

Ev xwenîşanderê binçavkirî di dema binçavkirinê de ji mafê hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin û ji rêya pêwendiyên telefonî ve digel malbata xwe di pêwendiyê de bû.

Roja 25ê Befranbara 1401an a Rojî, “Eyûb Axaliyanî” ji aliyê taya 101 a Dadgeha Kêyferiya 2 ya rejîmê li bajarê Şino bi 10 sal û 6 meh girtîgeh û lêdana 70 derbên qamçiyan hatibû cezadan.

Navbirî bi tohmetên weke “kombûn û nearamî li dijî aramiya welat bi 4 sal girtîgeh, têkdana nezima giştî bi yek sal girtîgeh û lêdana 70 derbên qamçiyan bi sedema têkdana kelûpelên giştî, bi yek sal û 6 meh girtîgeh bi sedema agirberdana bi zanebûn, 4 salên din jî hatibû cezadan.

Cezayên sepandî bi bê hebûna parêzer bi ser navbirî de hatiye sepandin.