Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ewropayê 7 berpirsên rejîma Îranê tehrîm kir

11:53 - 27 Hezîran 2023

Heft berpirsên din ên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina micid a mafê mirovî, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine tehrîmkirin.

Roja Duşemî 5ê Pûşpera 1402 a Rojî, Yekîtiya Ewropayê li 9emîn besteya dorpêça xwe ya nû li dijî rejîma Îranê, 7 berpirsên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina micid a mafê mirovî, tehrîm kir.

Bi hesibandina vê dorpêça nû, heta niha 223 kes û 37 damezraweyên rejîma Îslamî ya Îranê li ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine tehrîmkirin ku bilokekirin darayiya wan, qedexekirina serdana wan bo Ewropayê, qedexekirina wan ji mifahwergirtin ji çavkaniyên aborî û herwisa qedexekirina şandina alavên serkutkirina xwenîşanderan û çavdêrî bi ser pêwendiyan wan de, li xwe digre.

Yekîtiya Ewropayê û welatên endam li vê Yekîtiyê, daxwaz ji rejîma îranê kirine ku dest ji serkuta xwenîşandanên aşitîxwazane berde û dawî bi binçavkirinên serberedayî bîne û tevahiya kesên ku bi neheqî binçav kirine, azad bike.

Herwisa Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku sepandin û cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê bisekinîne û wan hilweşîne; Herwisa vê Yekîtiyê daxwaz kiriye ku rejîma Îranê dawî bi binçavkirina xelkê biyanî bi armanca standina poenên siyasî bîne.

Di vê tehrîmê de, Dadstanê parêzgeha Îsfehanê “Esedullah Ceiferî”, Şêwîrmendê Dadgeha cezakirin a Îsfehanê “Elî Zar`i Nûrî”, Fermandê Spaha Pasdaran ê rejîmê li parêzgeha Îsfehanê “Mucteba Feda”, Fernamdê Spaha Pasdaran li bajarê Kerecê “Reşîd Kebûdwend”, binav Fermandar û Berpirsê Şêwreya Dabînkirinê ya “Rizwanşehr” ê ser bi parêzgeha Gîlanê û herwisa binav Fermandarê bajarê “Amol” ê ser bi parêzgeha Mazenderanê, hatine tehrîmkirin.