Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera “Şamat” a ser bi bajarê Mihabadê, li devedevê 22ê Pûşperê, salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, çalakiya banghêjî bi rê ve birin.
Şeva Duşemî 5ê Pûşperê, rêvîngên rêbaza “Dr. Qasimlo” li devera “Şamat” a ser bi bajarê Mihabadê, bi hilkefta 34emîn salvegera şehîdkirina rêberê mezin û navdar ê gelê Kurd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, yad û bîra “Pêxemberê Aşitiyê” bi bilind ragirtin.
Têkoşerên Demokrat bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, bilindkirina logoya Hizba Demokrat û nivîsandina dirûşman, çalakî bi rê ve birin.
Wan têkoşerên Demokrat li gundên “Tepereş, Heyran û Qela”yê çalakî lidar xistin.
Rêberê mezin ê gelê Kurd, xebatkar û Sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Dr. Qasimlo” digel çend hevalên xwe li 22ê Pûşpera sala 1368 a Rojî, li ser maseyê danûstandinê li bajarê Viyena paytexta Otrîşê, ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine terorkirin.