Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarekî rejîmê li ser sînorê Serawanê hate kuştin

12:24 - 27 Hezîran 2023

Yek ji hêzên ser sînorî yê rejîmê li Sîstan û Belûçistanê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 5ê Pûşperê, piledarekî rejîmê li binkeya ser sînorî ya Mîl 139 li burceka 16 a vê binkê li bajarê “Serawan”ê li Sîstan û Belûçistanê bi teqeya kesên nenaskirî hate kuştin.

Nasnameya wî piledarê rejîmê ku hatiye kuştin bi “Hesen Qurzayî” yê xelkê bajarê “Hamûn”ê hatiye ragihandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti alî û girûpekê kuştina wî piledarê rejîmê nekişandiye situyê xwe.