Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mistefa Hicrî bi minasebeta hatina cejna Qurbanê 

21:02 - 27 Hezîran 2023

Birêz Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de hatina cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û Îranê pîroz kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevnîştimaniyên hişyar û xelkê emegnas ên Kurdistanê!

Bi helkefta hatina cejna Qurbanê, cejna Misilmanên cîhanê, ez pîrozbahiyê dibêjime we hemû xelkê bawermend û Misilmanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Ev cejne di demekê de bi rê ve diçe ku di civaka Rojhilatê û herêmên din ên netewên cugrafiyaya Îranê de, beşek ji malbat ji ber zulm û kuştina dezgehên tepeserker ên rejîma Îslamî ya Îranê, daxdarê jidestdana xortên xwe yên ezîz in.  Her ku diçe ji ber siyasetên çewt û desthilatdariya xwesepîner a vê rejîmê, tundûtîjî û tepeseriya berfireh a li ser azadîxwazan zêde dibe. Di rewşeke wiha de, pêwîst e refên xebatê li dijî vê rejîmê bên qahîm û berfirehkirin da ku paşerojek azad û dûr ji serkut û çewsandinê bi dest ve bê.

Bi hêviya cejna rizgariya hemû netewên bindest

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

6ê Pûşpera 1402 a Rojî