Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên Banghêjî li bajarên Kurdistanê berdewam in

12:25 - 3 Hezîran 2023

Endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ li deverên “Mihabad û Pîranşar”ê bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û logoya PDKÎ û herwisa nivîsandina dirûşman, çalakiyên banghêjî lidarxistin.

Pêka wêne û girte vîdyoyên ku bo tora medyayî ya “Kurd Channel”ê hatine şandin, endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ roja Înê 12ê Cozerdanê, li ser çiyayê “Qotir” li nêzî gundê “Seholan û Kulîce” yên girêdayî bajarê Mihabadê bi bilindkirina alaya Kurdistanê û danîna logoya PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ji aliyeke dinê ve endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ bi nivîsandina dirûşmên hizbî û bilindkirina alaya Kurdistanê û anîne xwar a alaya rejîma Îranê li ser deriyê xwandingeha gundê “Qulqule û Şarîkend” û herwisa şirketa Kişawerzî ya Qerekendê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Herwisa li bajarê Pîranşarê, endam û alîgirên biwêr yên komîteya “Lacan”ê bi bilindkirina alaya Kurdistanê li seyrangeha “Pirdanan” çalakiyên banghêjî lidar xistin.