Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du jin li Seqiz û Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin

10:46 - 28 Hezîran 2023

Di heyama du rojan de du jin li bajarên Seqiz û Pîranşehrê yên bi navên “Sureya Qeyteranî” a xelka bajarê Pîranşarê û “Şehla Çûpanî” a xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên serkutkar ên îdareya Îtilaatê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Pêka nûçeya ajansên mafê mirovî, roja Duşemî 5ê Pûşpera 1402an a Rojî, hêzên îdareya Îtilaata rejîmê êrîşî ser mala “Sureya Qeyteranî” li gundê “Kanî Mela” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê kirin û navbirî binçav kirin.

Hêzên serkutkar yên rejîmê bi awayekî tundûtîjane êrîş kirine ser mala “Sureya”yê û bi tevahî mala navbirî vekolîne.

Ji aliyeke dinê ve roja Sêşemî 6ê Pûşperê, li bajarê Seqizê hêzên rejîmê welatiyeka Kurd a bi navê “Şehla Çûpanî” ya temen 35 sal û keça Mihemed a xelka bajarê Seqizê girtine û bo cihek nexuya veguhastine.

Hêzên rejîmê demjimêr 9ê sibêdehê bi bê hebûna belgên yasayî êrîşî ser mala bavê wê jinê li şehreka Qewex a Seqizê kirine û navbirî girtine.

Rêkxistinên mafê mirovî dibêjin, Şehla Çûpanî bi sedema piştevanîkirin ji serhildana Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hatiye girtin.