Îro 7ê Pûşperê salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê ji aliyê rejîma Beis ve ye ku bi ser wê bûyera dilêş re 36 sal derbas bû ku hê jî birîndarên wê cinayetê bi derdê xwe ve dinalin.
36 sal berî niha li 7ê Pûşpera 1366an a Rojî, di berdewamiya şerê rejîma Beisa Îraq û rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, bûyera dilêş ya kîmyabarana Serdeştê qewimî ku rejîma Beis bi sedema hebûna hêzên rejîma Îranê di bajarê Serdeştê de, ew bajare kîmyabaran kir û di encama wê kîmyabaranê de 110 welatiyan canê xwe ji dest da û zêdetirî 8 hezar kes jî jehrî bûn.
36 sal bi ser wê êrîşê re derbas bûn û hê jî qurbaniyên wê kîmyabaranê bê alîkarî û dermankirin mane.
Bajarê Serdeştê tevî ku kîmyabaran bûye, bê xizmetguzarî maye, heta niha jî gellek kes pirsgirêkên henasê hene û pêdiviya wan bi nexweşxaneyeke baş heye, lê nexweşxaneya Serdeştê li derveyî bajar e û ev yek jî dikare jiyana nexweşan bixe metirsiyê û berpirsên rejîmê jî di vê derheqê de ti pêngavek micid hil nagirin.
Hêjayê gotinê ye ku di heyama 8 sal şerê di navbera rejîma Beis a Îraqê û rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, bi dehan çekên qedexekirî û komkuj bi ser xelkê Kurdistanê de hatine ceribandin û ew yeka bû sedema kuştina hezaran kes ji xelkê Kurdistanê.