Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê dest bi ser milyonana Dolar diravê dîcîtalî yê Spaha Pasdaran û Hizbulaha Lubnanê de girt

12:06 - 28 Hezîran 2023

Îsraîlê dest bi ser çend miliyon Dolar diravê dîcîtalî yê Spaha Pasdaran û Hizbulaha Lubnanê de girt ku bo karên terorîstî mifah jê dihate wergirin.

Malpera “Taymiz” ya Îsraîlê pêka gotina “Yûav Galant” Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, roja Sêşemî 6ê Pûşperê belav kiriye, ku navendên zaniyariyên Îsraîlê karîne dest bi ser dehan centeyên diravê dîcîtalî ku naskirî ye bi “Walt” yên Spaha Pasdaran û Hizbulaha Lubnanê de bigire.

Herwisa “Galant” ragihandiye, ku eva yekemîn opirasiyona dewleta Îsraîlê li ser darayiyên dîcîtalî yên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û Hizbulaha Lubnanê bûye, û ev du girûpên navbirî ji wan perên dîcîtalî bo dabînkrina malî ya terorîzimê mifahê werdigirin û ew pareye bi rêya jêrxaneya diravên dîjîtalî ve ji bo veguhestina bi milyonan Dolaran bo hesabên kesên terorîstî, bikar anîne.

Hatiye ragihandin, ku ew opirasiyone di çend rojên derbasbûyî de ji rêya êrîşeke saybêrî ve bo ser darayiyên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û Hizbulaha Lubnanê hatiye encamdan.