Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryarnameya Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Amerîkayê li dijî rejîma Îranê

12:09 - 28 Hezîran 2023

“Maykêl Mekkal” Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Amerîkayê bi piştevaniya nûnerên “Demokrat û Komarîxwaz” ên meclîsa Amerîkayê, bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka Navkî biryernameyek pêşkêş kir.

Roja Sêşemî 6ê Pûşpera 1402 a Rojî, Serokê Komarîxwaz ê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Amerîkayê “Maykêl Mekkal”, biryarnameyek pêşkêş kir û di wê biryarnameyê de tekezî kiriye ku destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka Navkî, bi ti awayekî ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin û Amerîka divê hemû rêyên hewce bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka Navkî bi kar bîne.

Herwisa “Maykêl Mekkal” gotiye: “Li hember çalakiyên Navkî yên bêmînak ên rejîma Îranê, pêwîst e ku Amerîka eşkere bike ku etomîbûna Îranê nayê qebûlkirin”.

Navbirî di biryarnameya pêşkêşkirî de îşare kiriye ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî di destpêka sal nû ya Zayînî de dabû zanîn, ku rejîma Îranê Uraniyom bi tîratiya %83.7 meyandiye.

Navbirî herwisa gotiye: “Bê ti şik û gumanekê nabe Îran çeka Navkî bi dest xwe ve bîne û Amerîka amade ye hemû rêyên hewce bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina Îranê bi çeka Navkî bi kar bîne û ti bijardeyek li ser maseyê nehatiya hilgirtin.