Di berdewamiya hevdîtin û civînên şandên PDKÎ digel aliyên cuda, roja Yekşemî 4ê Pûşperê şandeke PDKÎ digel Partiya Çep ya Îranê di asta rêberiya her du partiyan de li Parîsa Feransê bi hev re kombûn.
Ji PDKÎ “Mistefa Hicirî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ û “Şaho Husênî” Nûnerê Hizbê di pêwendî digel hizb, rêkxiraw û opozîsyonên Îranê, û ji Patiya Çep ya Îranê jî “Perwîz Newîdî, Mihemed E`izemî û Bêhrûz Xelîq” Endamên Heyeta Siyasî û Birêveberên vê partiyê di vê hevdîtinê de beşdar bûn.
Di destpêka kombûnê de şanda Partiya Çep ya Îranê raporek li derheq kongireya xwe ya sêyem û pesenkiriyên vê kongirê pêşkêşî amadebûyan kir, û bersiva şanda PDKÎ dan.
Gotûbêja di navbera herdu şandan de li ser hevkarî û hevpeymaniyek berfirehtir di hereketa komarîxwazan de bû. Herdu aliyan li ser hewcehî û giringiya komkirina hêz bo nehêlana rejîma Îranê û guherîna vê rejîmê bi komarek sekolar û demokrat tekezî kirin.
Herdu aliyan li ser cudahîdanînên rejîma Îranê di hemû warekê de û xebat bo dadperweriya civakî û baştirkirina rewşa xelkê Îranê tekezî kirin.
Ya ku di navbera herdu aliyan de rêkevtin li ser hebû, eva bû ku piştî serhildana şoreşa Jînayê destê rejîma fêlbaz û gendel û tepeserker ya Îranê bo xelkê me bi başî eşkere bûye, û pêwendiya xelkê tev Îranê digel yek û digel xelkê netewên din bi awayekî bê mînak hêvîbexş û bihêz bûye.
Herdu alî li ser rûxandina Komara Îslamî ku divê hêza berfireh a Komarîxwazan bixine meydanê hevnerîn bûn. Her lewma diyalog bo hevkarî û hevahengî û rêkevtin digel tevgerên din ên alîgirên demokrasiyê bi pêwîst zanîn.
Di dawiya gotûbêjê de li ser bûyerên wê dawiyê yên Kurdistanê hate kirin û herdu aliyan tevî şermezarkirina hewlên leşkerî di pêwendiyan de ku hewce ye ji rêya diyalogê re bêne çaresekirin û hêvî xwastin ku herdu aliyên Komelê bi civîn û ji hev têgihîştin pirsgirêkan çareser bikin.