Navenda Teşkîlata PDKÎ derheq pîlaneke qirêj a Komara Îslamî ya Îranê, rû li xelkê Kurdistanê agehdariyek belav kir.
Deqa agehdariyê wiha ye:
Hevnîştimaniyên hezkirî, xelkê têkoşerê Kurdistanê bi giştî û welatiyên zehmetkêş û nîştimanparêz ên gundan bi taybetî, em we agehdar dikin:
Heyamek e pîlangêrên rejîma zordar û tawankar bi alîkariya kesên xwefiroş ên navçeyê, bi pîlaneke darêtî dest avêtine bi herektên xwe yên qirêj, bi mebesta azardan, wêrankirin û xistina dilsoz û têkoşerên tevgerê, birîndar û ziyanberkevtiyên şorşa Jînayê di nav telikê de.
Bi kirêgirtiyên rejîmê di wê kiryara qirêj a xwe de bi kincên Kurdî û forma pêşmergên Hizba Demokratê ve hewl didin di bin maskeyan de bi wergirtina alîkarî û yarmetiyê, xwe nêzî xelkê bi taybetî ciwanên bi coş û têkoşer bikin û baweriya wan bi dest bixin û bigihin bi armancên xwe.
Bê guman asta hişyariya xelkê gundên Kurdistanê gelek ji vê yekê bilindtir e ku bi hêsanî rastî pîlanên wiha bên, lê hewce ye bi balkişandin û hişyariyek zêdetir ve li hember wan derkevin û xwe ji ziyan û lêkevtên telikên Komara Îslamî biparêzin.
Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê radigehîne ku, ew kes û girûpane di her cilekê de bin ti pêwendiyek wan bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve nîne û divê xwe ji wan biparêzin.
Serbikeve tevgera rizgariya Kurdistanê
Neman bo Komara Îslamî
Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
7ê Pûşpera 1401 a Rojî