Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtin û nexuyabûna çarenivîsa welatiyekî bajarê Seqizê

10:46 - 29 Hezîran 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Seqizê nêzî 18 roj berî niha ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hatiye girtin û piştî veguhestina wî bo girtîgeha rejîmê li Sinê, heya niha ti zaniyariyên serast derheq rewşa wî ber dest nînin.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê navê wî welatiyê bajarê Seqizê bi “Ebdullah Hemze” daye zanîn û diyarî kiriye ku navbirî 18 roj beriya niha ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Seqizê hatiye girtin û paşê bo girtîgeha rejîmê li Sinê hatiye veguhastin û heya niha jî ti zaniyariyek serast derheq qedera wî ber dest nînin.

Li gorî rapora Hengawê, Ebdulah Hemze xîzandar û bavê du zarokan û xelkê Seqizê ye û tevî derbasbûna 18 rojan bi ser girtina wî re, hê jî kes nizane navbirî di çi rewşekê de ye.

Lipeykevtinên malbata navbirî jî derheq qedera kurê xwe bê encam maye û heta vê gavê derheq tohmetên bi ser de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.

Di wan midehan de hêzên serkutkar ên rejîmê li Kurdistanê dest avêtine bi girtina bi kom a welatiyan û rojane çendîn kes têne biçavkirin.