Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera welatiyekî xelkê bajarê Mehabadê piştî binçavkirinê nexuya ye

11:01 - 29 Hezîran 2023

“Mecîd Mistefazade” xelkê bajarê Mehabadê piştî binçavkirin ji aliyê hêzên rejîmê ve qedera wî nerohin e.

Pêka rapora “Çav News”ê, welatiyekî xelkê bajarê “Mehabad”ê yê bi navê “Mecîd Mistefazade” yê temen 24 salî û xêzandar, piştî vê ku bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a rejîmê ve hatiye binçavkirin, bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Ev welatiyê Kurd 27ê Cozerdanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ya rejîmê li bajarê “Mehabad”ê hatibû binçavkirin û heta niha qedera wî nexuya ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq sedema binçavkirina wî û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin li ber dest nîne. Lipeyketinên malbata navbirî heta niha bê encam mane.