Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonî bilînkin: “Ti lihevkirineke nû ya Navkî digel Îranê li ser masê nîne”

11:21 - 29 Hezîran 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li derheq lihevkirina digel rejîma Îranê li ser bernameya Navkiya rejîmê gotiye ku ti lihevkirineke nû digel rejîma Îranê li ser masê nîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” roja Çarşemî 7ê Pûşpera 1402 a Rojî, li axavtina xwe ya li “Şêwreya Pêwendiyên Derve” li bajarê Niyo Yorkê, li derheq lihevkirina digel rejîma Îranê li ser bernameya Navkî ya wê rejîmê got: “Tevî ku em li pey peydakirina rêyeke dîplomatîk in, lê ti lihevkirinek nehatiye kirin”.

“Antonî bilînkin” tevî ku daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku ti karekê neke da ku alozî û dijayetî zêdetir bibin, li derheq pêwendiyên Amerîka û rejîma Îranê li paşerojê de got: “Amerîka rejîma Îslamî ya Îranê pêka kiryarên wê dihilsengîne”.

Herwisa Wezîrê derve yê Amerîkayê li derheq zindîkirina Bercamê got: “Amerîka û hêzên Ewropayî û herwisa rikeberên xwe an ku Rûsiye û Çîn, bo zivirîn bo Bercamê, bi hizreke erênî hewlên micid dane, lê rejîma Îranê ti karek bo zivirîn bo Bercamê û cibicîkirina sozên xwe yên hewce an nekariye an jî nexwestiye encam bide”.