Yek ji serhildêrên Kurd li bajarê Kirmaşanê di meşa serhildana “Jin Jiyan Azadî” de bi teqeya hêzên rejîmê hate birîndarkirin û dîtina çavê xwe yê çepê ji dest da.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ku roja Çarşemî 7ê Pûşperê belav kiriye, behs ji çawahiya birîndarbûna serhildêrekî Kurd yê bi navê “Perwîz Cewanî” yê xelkê bajarê Kirmaşanê li roja 20 Rezbera 1401an a Rojî, di meşa serhildana “Jin Jiyan Azadî” de dike.
“Kurdpa”yê pêka zaniyariyên çavkaniyeke xwe belav kiriye, ku “Perwîz Cewanî” carekê di meşa serhildanê de bi teqeya hêzên rejîmê birîndar dibe û digel komek din ji birîndaran bo cihek ewleh û parastî tê veguhastin, lê piştire carek din tevlî xelkê xwenîşander dibe.
Kurdpa dibêje, “Perwîz Cewanî” dixwaze êrîşî bike ser yek ji hêzên rejîmê ku bi teqeya rasterast ciwanekî Kurd birîndar kiriye, lê hêzên rejîmê di mewdayek nêz de teqe ji navbirî dikin û çavê wî bi dijwarî birîndar dibe.
Herwisa hatiye ragihandin, ku piştî birîndarbûna çavê “Perwîz”, ew bo cihek parastî tê veguhastin heta ku ji aliyê hêzên rejîmê ve neyê binçavkirin, û piştire ji aliyê malbatê ve bo nexweşanê tê veguhastin.
Lê navbirî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû naskirin û hêzên rejîmê rê nedabûn ku ji aliyê yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê ve bê wergirtin û dermankirin.
Lê navbirî li nexweşxaneyek din tê wergirtin û du caran niştergerî bo çavê wî tê kirin, lê bi sedema kûrahiya birînan, çavê wî yê çepê bi tevahî dîtina xwe ji dest dide, û herwisa saçime ber çendîn cihên din yên leşê wî kevtibûn û heta niha jî yek di serê wî de ye û bi sedema metirsîdarbûnê nikarin derxin û hin saçimeyên din ber pişta wî û milê wî yê rastî ketine û bi sedema nêzîkbûna saçimeyan bi demaran nikarin derxin.
Hêjayê gotinê ye ku “Perwîz Cewanî” piştî şehîdkirina du welatiyên xelkê bajarê Kirmaşanê yên bi navên “Sîna Nadirî û Armîn Seyadî” ji aliyê hêzên rejîmê ve û rijiyana xelkê Kirmaşanê bo ser şeqaman li roja 20ê Rezbera 1401an birîndar bû.