Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê heyama dorpêçên li ser bernameya mûşekî ya rejîma Îranê demdirêj dike

11:55 - 29 Hezîran 2023

Dîplomatên Ewropayê bi rejîma Îranê re ragihandine ku dixwazin dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li ser bernameya mûşekî ya Îranê demdirêj bikin.

Pêka rapora Nûçegihaniya Royterzê, dîplomatên Ewropayê bi rejîma Îranê re ragihandine ku dixwazin dorpêça Yekîtiya Ewropayê li ser bernameya mûşekî ya Îranê ku di meha Oktobrê de bi dawî tê, demdirêj bikin.

Pêka rapora Royterzê, Yekitiya Ewropayê bi 3 hegeran dixwaze dorpêşên vê Yekîtiyê li ser bernameya mûşekiya Îranê demdirêj bike; hegera yekem, mifahwergirtina Rûsiyê ji dironên rejîma Îranê li şerê digel Ukraynê, hegera 2ê rengehiya veguhastina mûşekên balistîkî yên rejîma Îranê bo Rûsiyê û hegera 3ê bêparkirina rejîma Îranê ji derfet û îmkanên Bercamê bi berçavgirtina vê yekê ku rejîma Îranê ev lihevkirine binpê kiriye.

Pêka biryarnameya sala 2015 a Saziya Neteweyên Yekgirtî, hatibû erêkirin ku dorpêçên Yekîtiya Ewropayê li ser rejîma Îslamî ya Îranê di 26ê Rezberê de bi dawî bên.

Piştî vê yekê ku Amerîkayê biryar da ji Bercamê derkeve, rejîma Îranê hemû sozên xwe yên Bercamê binpê kirin, lewma beşeke ji dorpêçên ragirtî li ser rejîma Îranê careke din bi rê ve çûn.

Rejîma Îranê tevî ku sozên xwe yên li Bercamê binpê kirine, bi sedema sipîkirina pere û dana alîkarîkirina malî bo rêkxiraw û girûpên terorîstî û geşedan bi terorîzmê di cîhanê de li jêr givaşên herî dijwar de ye.