Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî yên berfireh li bajarên Kurdistanê hatine lidarxistin

12:03 - 29 Hezîran 2023

Endam û alîgirên PDKÎ li nêzîkbûna 22ê Pûşperê, salroja terorkirina Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û bilindragirtina yada şehîdan li bajarên “Mehabad, Bokan, Ciwanro û Sinê” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Şeva Çarşemî 7ê Pûşperê, endam û alîgirên PDKÎ li nêzîkbûna 22ê Pûşperê 34emîn salvegera şehîdkirina Dr. “Ebdulrehiman Qasimlo” û hevalên wî, li gundên “Talaw, Hubey Talaw, Mercanava, Ceiferava, Hacî Hesen, Xêrava, Tazekend, Gewcava, Gezelên, û Dêweys Axa” yên girêdayî devera “Şamat” a ser bi bajarê Mehabadê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin û yada rêberê navdar yê Kurd Dr. Qasimlo bilind nirxandin.

Endamên PDKÎ li vê deverê bi billindkirina alaya Kurdistanê û logoya PDKÎ û herwisa nivîsandina dirûşmên weke “Qasimlo rêya te berdewam e û silav li Qasimlo” yad û navê rêberê gelê Kurd bilind nirxandin.

Têkoşerên Demokratê li bajarê “Bokan”ê li gundên “Serav û Ermenî Bilaxî” alaya rejîma Îranê li ser xwandingehekê anîne xwarê û bi vî awayî dijayetiya xwe digel rejîmê dane nîşandan.

Herwisa di çalakiyek din de endamên Hizbê li deverên “Çoma Cexetû, Aleşîn û Çoma Mecîdxan” yên girêdayî bajarê Bokanê 12 alayên Kurdistanê li gundê “Qazîyaxawî, Kanî Sewze, Axîciwan, Hacîabad, Qanzalî, Kanî Kozele û Guktepe” bilin dkirin û li ser gihîştin bi armancên gelê Kurd tekezî kirin.

Hevdem di çalakiyek din de li bajarê Ciwanroyê alaya Kurdistanê li ser çendîn dîwarên vî bajarî hatine xemilandin.

Herwisa li bajarê Sinê, endam û alîgirên PDKÎ yada şehîdên Kosalanê bilind ragirtin û digel wan şehîdan û malbatên wan yên serbilind peymana wefadariyê nû kirin.

Ev cihên ku çalakiyên tê de hatine lidarxistin wiha ne: “Kişawerz, Xesrewava, Muwarekava, bajaroka Wehdet, kolanên Hesenava, Jandarmêrî, şar rêya Dayîk, Berdeşt, Çarbax, Ferah, Karamûzî û kolanên Feyzava,”

Hêjayê gotinê ye ku endamên Hizbê li gundê “Serhûye” yê girêdayî devera “Kelaterzan” ya bajarê Sinê jî çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.