Pêşmergeyekî dêrîn ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Hecî “Husên Semedîzade” ê xelkê gundê “Rezge” yê ser bi devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê koça dawiyê kir
Roja Çarşemî 7ê Pûşperê, kesayetiyê welatparêz û dilsoz ê gelê Kurd û pêşmergê dêrîn ê Hizba Demokrat, Hecî “Husên Semedîzade” ê xelkê gundê “Rezge”yê, mixabin bi sedema kalbûn û pîriyê koça dawiyê kir.
Hecî “Husên Semedîzade” kesayetiyekî welatparêz û hogirê gelê xwe bû; Piştî herîfîna rejîma paşayetî û destpêkirina xebata eşkere ya Hizba Demokrat, ji yekem kesên devera “Mirgewer”ê bû ku piştevanî ji Hizba Demokrat kir û çeka pêşmergayetiyê hil girt.
Paşê hecî “Husên Semedîzade” li ser îzna Hizba Demokrat zivîrî nav mal û malbata xwe û hertimî alîkarê pêşmergan bû; Herwisa kurekî wî yê bi navê “Sefyedîn” bo heyamekê tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû û paşê bi agehdariya Hizba Demokrat zivirî nav mal û malbata xwe, lê di bûyereke hatinûçûnê de canê xwe ji dest da.
Xwedîjêrazî “Husên Semedîzade” heta dawiya jiyana xwe wek endamekî emegnas ê Hizba Demokrat ma, lê mixabin koça dawiya wî, ew derfete bi wî re neda ku daxwaziya mezin a wî ku rizgariya Kurdistanê bû, bi çavên xwe bibîne.
Termê hecî “Husên”, bi beşdariya xelkê li gortistana “Rezge”yê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxîdan bi malbata rêzdar a hecî “Husên”, xwe bi hevparê xema wan dizane.