Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê cezayê 7 sal û 8 meh girtîgeh bi ser cîwanekî Kurd de sepand

12:49 - 3 Hezîran 2023

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, “Fireydûn Nebî”, xelkê bajarê Pîranşarê ku li şoreşa “Jîna”yê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi cihê birayê xwe wek barimte bo hayama 193 rojan hatibû binçavkirin, li Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Mihabadê û Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Pîranşarê, 7 sal û 8 meh gitîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Navbirî ku di 2 dosyeyên cuda de hatibû dadgehîkirin, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li Mihabadê bi Serokatiya “Emîr Ocaqlû” bi tohmeta “propagende li dijî rejîmê” bi 8 meh girtîgeh û “endamê yek ji hizbên Kurd yên dijberê rejîmê” 35 meh girtîgeh û ji tohmeta “kombûn û çêkirina nearamî” bi 43 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Herwisa Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li Pîranşehrê bi Serokayetiya “Riza Qehrimanî Saetlû”, bi tohmeta “hilgirtina çekê û avêtina koktêl molotof” bi 6 meh girtîgeh û dana 2 milyon û 500 hezar cezayê nexdî hatiye sizadan.