Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê 54 welatî hatine binçavkirin

14:57 - 3 Hezîran 2023

Di meha “Gulan” a 2023 a Zayînî de, li Rojhilatê Kurdistanê 54 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê bi belavkirina amara mehekê eşkere kiriye ku li meha “Gulan” a sala 2023an a Zayînî de, hêzên rejîmê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê aliyê kêm 54 welatî bi tohmetên çalakvanên siyasî, medenî û sendîkayî binçav kirine, ev rêjeya binçavkirinê di mehekê de li Kurdistanê beranber e digel nîveya rêjeya binçavkirinê li tevahiya Îranê ye.

Pêka amara belavbûyî, 30 welatî bi tohmeta “hevkarê digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê” hatine binçavkirin.

Herwisa 3 welatiyên din bi sedema çalakiyên olî û 21 welatiyên din jî, bi tohmeta çalakiyên medenî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin û binçavkirin.

Saziya “Hengaw”ê daye zanîn, ku di wê mehê de aliyê kêm 7 çalakvanên jin jî hatine binçavkirin û ciwanek jêr temenê 18 salî û herwisa 2 mamosteyên Kurd jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Zêdetirîn binçavkirin ji aliyê Îdareya Îtilaata rejîmê ve hatiye encamdan û 27 kes ji wan binçavkiriyan di mala xwe de hatine girtin.

Di amara belavbûyî de, pêka rêjeya binçavkirina welatiyan li parêzgehan, zêdetirîn binçavkirin li parêzgeha Sinê bûye ku 40 kes in.