Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukraynê ragihandiye ku beşek ji alavên çêkirina dironên Îranê, yên hevpeymanên Ukraynê ne

10:41 - 4 Hezîran 2023

Sekreterê Şêwreya Ewlehiya Netewî û Berevaniya Ukraynê “Elêksî Danîlof” roja Şemî 13ê Cozerdanê li hevpyvînekê digel televîziyona Ukraynê gotiye: “Beşek ji alavên berhemnîna dironên Şahid ên rejîma Îranê ku ji aliyê Rûsiyê ve bo êrîşên bi xwîn li ser bajarên Ukraynê têne bikaranîn, ên hevpeymanên Ukraynê ne”.

Herwisa navbirî gotiye ku ew alavên çêkirina dironan berî şerê Rûsiyê digel Ukraynê bi Îranê re hatibûne danê, çimkî ew dironane li heyama salên 2019 heta 2021 a Zayînî de hatine berhemanîn.

Di vê derheqê de berê rojnameya “Wal Strît Jornal” a Amerîkayê jî, di raporekê de dabû zanîn ku piraniya alavên berhemanîna dironê Îranê yên ku di Ukraynê de xistine xwarê, ji aliyê kompaniyên Amerîkayî û Ewropayî ve hatine berhemanîn.

Herwisa çavkaniyên zaniyariyan ên Ukraynê berewird kirine ku 3 li ser 4 a alavên dironên rejîma Îranê ku li şerê digel Ukraynê de têne bikaranîn, ên berhemên Amerîkayê ne.

Ewa jî di halekê de ye ku rejîma Îranê îdia dike hemû alavên berhemanîna dironan, xwecihî ne û berhemên navxweyê Îranê ne.