Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şewitandina wêne û benêrên rêberê rejîma Îranê li bajarên Kurdistan û Îranê

11:34 - 4 Hezîran 2023

Ciwanên biwêr û azadîxwaz yên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi  hilkefta salmerga “Xumeynî”, rêber û avakerê rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo nîşandana kerb û bêzariya xwe ji wê rejîm û rêberê wê, wêne û benêrên Xumeynî yên ku di nav bajaran de hatibûe daliqandin, şewitandin.

Pêka wêne û vîdyoyên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, şeva Şemî li ser Yekşemî 14ê Cozerdanê, xelkê azadîxwaz li bajarên “Sine, Bender Enzelî” û çendîn bajarên din bi şewitandina wêne û benêrên “Xumeynî”, rêberê rejîmê ku bi hilkefa salroja mirina wî di nava bajaran de hatibûne daliqandi, şewitandin û bi vî awayî carek din bêzariya xwe ji rejîma Xumeynî dane nîşandan.

Li 34 saliya mirina “Xumeynî” avakerê rejîma Îranê, ku li dijî xelkê Kurdistanê fermana “cîhad”ê dabû, ciwan û xortên azadîxwaz yên gelên Îranê li hemû bajar û deverên Îranê û nemaze li Kurdistanê bi nîşana bêzarbûn ji wê desthilatê wêne û poster tayet bi yada Xumeynî dişewitînin.

Berê jî xelkê azadîxwaz û bêzar li rejîmê wêneyên rêber û karbidestên rejîmê yên weke “Qasim Silêmanî” di nava bajaran de şewitandibûn.