Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama teqeya hêzên rejîma Îranê de 19 welatiyên xelkê Avdanana Îlamê birîndar bûne

12:35 - 4 Hezîran 2023

Piştî kuştina cihê şik û gumana “Bamşad Sulêymanxanî” yê temen 21 salî û xwendekarê zanîngehê yê xelkê bajarê Avdanana Îlamê û piştî mangirtin û xwenîşandana nerizayetî ya xelkê vî bajarî, hêzên rejîma Îranê bi awayê rasterast teqe li xelkê kirine ku di encamê de 19 kes binrîndar bûn.

Şeva Pêncşemî 11ê Cozerdana 1402 a Rojî, xelkê netirs û biwêr ên Avdananê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina cihê şik û guman a “Bamşad Sulêymanxanî”, rijyane ser şeqamên wî bajarî û hêzên rejîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê vî bajarî kirin ku di encamê de 19 kes birîndar bûn û çendîn kes jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Di vê derheqê de çalakvanê siyasî-medenî yê xelkê bajarê Avdananê “Îsa Baziyar” di hevpeyvînekê de digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, gotiye: “19 kes ji welatiyên xelkê Avdananê di wê xwenîşandana nerizayetiyê de bi gulleyên saçmeyî hatine birîndarkirin û hêzên rejîmê bi gulleyên saçmeyî çavên 2 welatiyan kirine armanc ku yek yek ji wan “Arif Mihemedî” ye ku çaveke xwe ji dest daye û yê din jî di jêr niştergeriyê de ye”.

Herwisa wî çalakvanê siyasî-medenî ragiahndiye, ku li xwenîşandana nerizayetî ya 11ê Cozerdanê de çendîn kes ji welatiyên xelkê Avdananê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi bê ti sedemekê, hatine girtin.

Herwisa “Îsa Baziyar” li derheq milîtarîzekirina bajarê Avdananê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve got: “Rejîmê hêzeke taybet ji bajarên “Endîmişk û Xuremabad”ê ve bo bajarê Avdananê aniye ku zêdetir ji 50 maşînan in û girêbesteke 2 mehane digel xwaringehekê girêdane û ji êvarê heta sibêdehê di nav şeqamên vî bajarê de digerin.

“Bamşad Sulêymanxanî” yê temen 21 salî û xwendekarê zanîngehê, ku xelkê bajarê Avdananê ye, li dema serhildana gelên Îranê li dijî rejîmê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, 2 caran ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve hate binçavkirin ku cara duyem û piştî zivirîn bo mala xwe, rewşa tendirustiya wî aloz bû û piştre bo nexweşxaneya Dêhloranê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî veguhastin ji nexweşxaneya Dêhloranê bo nexweşxaneya Îlamê, piştî derbasbûna 3 rojan bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest da.