Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

11:18 - 1 Hezîran 2023

Di berdewamiya girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve, welatiyekî xelkê gundê Tengîser hatiye girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Pêka nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 7 Cozerdanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Şoreş Mihemedpûr” kurê Haşim ê xelkê gundê “Tengîsar” yê girêdayî bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ku ev welatiyê Kurd li cihê karê xwe bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa hatiye ragihandin ku lipeyketina malbata navbirî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçe ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.