Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya azadîxwazan li bajarê “Kasêlî”ya Almanê ji xelkê Îranê

12:43 - 4 Hezîran 2023

Azadîxwazên Îranê li bajarên “Kasêlî”ya Almanê kombûnek nerizayetiyê lidar xistin û tawanên rejîma Îranê weke kuştina xelkê û menca bidarvekirina azadîxwazan şermezar kirin.

Roja Şemî 13ê Cozerdanê, Îraniyên rûniştî li bajarê “Kasêlî”ya welatê Almanê bi lidarxistina xwenîşandanekê daxwaz ji hemû azadîxwaz û alîgirên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” kirin ku bi berdewamkirina kombûn û yekrêzî û yekdengiyê hawara herifîna rejîma dîktator bikin.

Xwenîşanderan bi bilindkirina wêneyên şehîdan û kesên bidarvekirî di dema şoreşa “Jîna”yê de, dengê gelên azadîxwaz yên Îranê bilind kirin.

Di vê kombûnê de hemû Îranî û alîgirên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û têkoşerên rêya rizgariyê hatibûna banghêjkirin da ku bi berdewamkirina kombûnan û bi yekrêzî hawara herifîna rejîma dîktatorê bikin, û herwisa daxwaz ji hikûmetên Rojavayî bikin ku mil bi milê xelkê şorşgêrên Îranê, rejîma Îranê baykot bikin.