Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên Amerîkayê li hember îdiayên banghêjiya rejîma Îranê ji bo hevpeymaniya deryayî

13:39 - 4 Hezîran 2023

Berdevkê Navgana Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê bi berteknîşandan bi hevpeyvîna Fermandê Hêza Deryayî ya rejîma Îranê derheq pêkanîna hevpeymaniya ewlehî ya deryayî digel welatên navçeyê, got: “Ev banghêjiye digel kiryarên Îranê nagunc”.

“Tîm Hawkînz” ragihandiye: “Welatê hejmare yek ê nearamkerê navçeyê îdia dike ku ew dixwaze hevpeymaniyeke ewlehî ya deryayî ji bo parastina avên ku bi xwe gefê jê dixwe, ava bike.”

Berdevkê Navgana Pêncem ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê zêdetir li ser wê yekê tekezê kiriye, ku hêzên rejîma Îranê di heyama du salên borî de dest bi ser 15 gemiyên bazirganiyê yên bi alaya navneteweyî de girtine.

“Tîm Hawkînz” îşare bi vê jî kiriye ku kiryar girîng in, her lewma em digel hevpeymanên xwe berevaniyên derdora geviya Hormozê bihêztir dikin”.

Fermandê Hêza Deryayî ya Ertêşa rejîma Îranê, di rojên derbasbûyî de îdia kiribû, ku ew dê di demeke nêz de bi welatên weke Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên, Qeter û Îraqê re hevpeymaniyeke hevbeş pêk bînin.

Îdiaya Komara Îslamî ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke bi vî rengî di demekê de ye ku Şêwreya Hevkariya Kendavê ku Erebistan, Behrên û Îmarat jî tê de endam in, di meha Reşemeyê de berdewamiya siyaseta nearamiya navçeyê ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kiribû.