Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xelkê Sinê derheq bêkalîtebûna ard û nan li vî bajarî

13:42 - 4 Hezîran 2023

Pirsa nebaşbûna nanê sipî li parêzgeha Sinê yek ji wan pirsgirêkane ye ku çendîn sal e xelkê vî bajarî bêzar kiriye, lê navendên pêwendîdar yên rejîmê ti karekê bo başkirina wê nakin.

Bêkalîtebûna nan li heftiyên derbasbûyî li parêzgeha Sinê bi taybet li navenda vê parêzgehê, bûye sedema nerizayetiya xelkê wê parêzgehê û welatiyan daxwaza çareserkirina pirsgirêka nan û ard li wê parêzgehê kirine.

Welatiyên bajarê Sinê ragihandine, ku nanê bajarê Sinê ti kalîteyek nîne û bûye gefek bo ser tenduristiya wan, lê neçar in ku her wî nanî bikar bînin.

Nanvaxaneyên bajarê Sinê di vê derheqê de ragihandine, ku bêkalîtebûna ard bandor li ser nanê me daniye û çendîn caran jî me daxwaza çarekirina vê pirsgirêkê kiriye, lê heta niha ti bersivek ji me re nehatiye danê.

“Nasir Esedî” Serokê Yekîtiya Nanvaxaneyan li parêzgeha Sinê, di vê derheqê de ragihandiye, ku sedema sereke ya nebaşbûna nan nebûna ardê baş yê derve ye.

Tevî zêdebûna nirxa nan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, roj bi roj kalîteya nan dadikeve û di vê derheqê de jî berpirsên pêwendîdar tenê sozên çewt û vala didin.