Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişkesalî pêsîra parêzgeha Urmiyê girtiye

17:50 - 4 Hezîran 2023

Bi sedema hişkesaliyê, zêdetir ji nîveya zeviyên werzêrî yên parêzgeha Urmiyê, tûşî kêmaviyê bûne.

Birêveberê kêşûhewanasiya parêzgeha Urmiyê “Îsmaîl Sîmayî” gotiye: “Ji destpêka îsal ve %56 a zeviyên werzêrî yên parêzgeha Urmiyê, rastî metirsiya kêmaviyê bûne û %13 a zeviyan jî, li rewşa kêmaviya dijwar de ne.

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku gola Urmiyê zêdetir ji 10 salan e ku tûşî çikbûnê bûye û hinek caran jî rejîma Îranê bi hêceta veguhastina avê ji çavkaniyên ava Rojhilatê Kurdistanê bo gola Urmiyê, wan çavkaniyên avê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve diçine nav Herêma Kurdistanê girê didin, lê heta niha pirsgirêka gola Urmiyê nehatiye çareserkirin û berpirsên rejîmê guh bi vê trajêdiyê nadin.