Partiya Welatparêz a Kurdistanê di daxuyaniyekê de, hevdengî û piştevaniya xwe bo daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê nîşan da.
Di beşeke daxuyaniya wê partiyê de hatiye:
Her wek hûn agehdar in rejîma dîktator û terorîst a Îranê hewl daye ku serhildan û şoreşa Jînayê li Rojhilatê Kurdistanê ku çexmaxeya wê li vir bû û paşê seranserê cugrafiyaya Îranê li xwe, pûç û çewt bike.
Ji kesê veşartî nîne ku rejîmê hemû rêkar û cinayetek bi vê aliyê dirindeyî ve li hember xortên serhildayî li Rojhilatê Kurdistanê bikar anî û sedan ciwan şehîd kir û bi hezaran jî binçav kir û ji aliyeke dinê ve bi mebesta rewatîdan bi xwe, êrîşa leşkerî ji rêya mûşek û dirone ve bo ser bargeh û binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi hênceta dûr ji rastiyê encam daye û ewa di halekê de ye ku hêzên Rojhilatê ti cure hereketeke leşkerî li Herêma Kurdistanê bo nav Rojhilatê Kurdistan û Îranê encam nedane.
Di heman demê de li gor hemû konvansiyonên navnetewî, serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê binpê kiriye û berdewam bi gefa êrîşkirin bo ser axa Kurdistanê û hinartina hêzên leşkerî bo ser hêzên Rojhilatê, careke din dixwaze kiryarên terorîstî bike û serweriya Herêma Kurdistanê binpê bike.
Partiya Welatparêz a Kurdistanê tevî şermezar û riswakirina kiryarên rejîma Îranê, dengê xwe dixe rex dengê Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û em erkê ser milê xwe dizanin ku heta dawî dilopa xwînê berevaniyê ji axa pîroz a Kurdistanê û birayên xwe yên Hizba Demokrat û Komeleyê bikin û hevdem em daxwazê ji hemû hêz û aliyên Kurdistanê dikin ku dengê xwe bilind bikin û nerizayetiya xwe li hember serkêşiyên rejîma Îranê bi guhê Rêkxirawa Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropayê û xwedîhêzên cîhanê li navçeyê û navendên mafê mirovî bigihînin û bi yekdengî û yekrêziya netewî ve rê ji êrîş û gefên wiha ên rejîmê bigirin.