Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat beşdarî li sêyemîn kongireya Partiya Çep a Îranê kir

11:50 - 5 Hezîran 2023

Heyeteke Hizba Demokrat li welatê Almanê beşdarî li sêyemîn kongireya Partiya Çep a Îranê (Fedayiyanê Xelq) kir.

Roja Şemî 13ê Cozerdana 1402 a Rojî, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Endamê Rêberiya Hizba Demokrat “Xalid Hesenpûr”, Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat li Almanê “Sultan Gulawî” û Endamê Tîma Pêwendiyên Almanî “Siyaweş Mihemedî”, bi banghêjiya fermî ya Partiya Çep a Îranê (Fedayiyanê Xelq) li duyemîn roja kongireya vê partiyê ku li bajarê “Firankfort”a Almanê hatibû lidarxistin, beşdarî kir.

Di panêla yekem a pêşnîvroya roja duyem a vê kongireyê, li beşa “belgeyên siyasî yên kongirê” û xala 11 de, kongireya sêyem a Partiya Çep a Îranê (Fedayiyan Xelq), li derheq mafê netewên Îranê, federalîzm wek baştirîn şêwe bo dêsantralîzekirin û nehiştina cudatîdanînên netewî û etnîkî li Îranê, pesend kir.

Li beşa duyem a karê kongireyê, Endamê Rêberiya Hizba Demokrat “Xalid Hesenpûr”, basek li derheq pêwendiyên Hizba Demokrat digel aliyên çep û demokrat ên Îranê pêşkêş kir û îşare bi vê kir ku li Îrana bê de, bi bê dabînkirina mafê netewên Îranê, ti şêwazek  ji demokrasiyê ser nagire û cihgîr nabe.

“Xalid Hesenpûr” derheq yekîtiya refên opozîsiyonê behsa vê yekê kir ku ezmûna çend mehên desrbasbûyî ya opozîsiyonê li derveyê welat eva nîşan daye ku yekîtiya hemû partî û aliyan di hevpeymaniyeke hevpar de hindekê zehmet e, lewma hewce ye ku berê ew aliyên ku ji warê fikrî ve zêdetir nêzî hev in, karê hevpar bikin û hevpeymaniya xwe berfirehtir bikin.

Herwisa “Xalid Hesenpûr” got: “Hizba Demokrat belgeyek amade kiriye û dixwaze digel hevpeymanên xwe di nav opozîsiyona li dijî Komara Îslamî ya Îranê de bigihîne dengeke gelemperî û vê belgeyê bibe nav hêzên komarîxwaz û demokrat ên Îranê û bikare yekîtiyeke demokratîk pêk bîne.