Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 12ê Cozerdanê roja girtiyên siyasî li welatî Norwêjê hat lidarxistin

12:53 - 5 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 13ê Cozerdanê, bi beşdariya beşek zêde ji endamên PDKÎ û nûnerên çend hizb û rêkxirawên siyasî û mafê mirovî li bajarê “Sitromên” û komîteya PDKÎ li welatê Norwêjê bi hevkariya Encumena Girtiyên Siyasî li derveyî welat rêûresmek lidar xistin.

Di vê rêûresmê de peyama Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê “Kamîl Ostad Ehmedî” Berpirsê vê encumenê ve li derveyî welat hate xwandin.

Di beşeke vê peyamê de hatiye ku: Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji 44 salan e bo tirsandina xelkê û sepandina yasayên dije gelî yên nivîsî û nenivîsî, bi tundtirîn şêwe digel kesên hizircuda û dijberên xwe reftar kiriye. Bi taybet li Kurdistanê ku netewa Kurd rêfrandoma Komara Îslamî “ne yek peyv kêm ne yek peyv zêdet” red kiriye.

Ew rejîma biyûm di dehikên yekem a temenê xwe de ku bi dehika metirsîdar tê navbirin, zêdetir ji 40 îdamên bikom li girtîgehên parêzgehên weke Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiye û bajarên din yên Îranê bi taybet li Tehranê û girtîgeha Evînê û herwisa girtîgeha Gewherdeşta Kerecê, li ser girtiyên siyasî yên Kurd cî bi cî kiriye.

Di beşek din a rêûresmê de peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji aliyê “Idrîs Hemzeyî” Endamê Rêveberiya Komîteya PDKÎ li welatê Norwêjê hate pêşkêşkirin.

Di beşeke vê peyamê de hatiye ku: Berdewamkirina xebatê û erknasiya ciwanan û hest bi berpirsayetî li derheq çarenivîsa gel û welat ku li şoreşa Jînayê tabloyek ciwan ku bi xwînê hatibû xemilandin xiste ber çav, û bi hemû aliyekê dibêje ne îdam, ne teror, ne komkujî û ne girtin û îşkencekirin û herwisa ne zêdetir ji 4 dehikan serkuta xwînayî nekariye îradeya xelkê Kurdistanê têk bişkîne û şikan û bêçareman li hember vê îradeyê bi bejina rejîmê hatiye birîn û beşeke here zêde ya vê serweriyê dizivire bo xweragiriya girtiyên siyasî li girtîgehên rejîmê de.

Di berdewamiya rêûresimê de peyama “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Rêveberiya Giştî a PDKÎ ji aliyê seyîd “Luqman Husênî”, Endamê Rêveberiya Komîteya PDKÎ li welatê Norwêjê hate pêşkêşkirin.

Di beşeke peyama Mistefa Hicrî de hatibû: “Ji bo bilindragirtina wê hilkeftê, em serê xwe li hember hemû girtiyên siyasî yên Kurd, hemû şehîd û qurbaniyên li nav reşçalên rejîma dije Kurd a Îranê de ditewînin. Xebata xortên xwedî hizir û bawer û şoreşgerên Kurd û xweragiriya wan, hêvîbexşa paşerojeke geş û azad bo nîştimana me ye.

Piştre peyama hevpar a Yekîtiya Lawan û Jinan yên Demokratê bi hilkefta roja Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê “Jîla Salihî” ve hat xwandin.

Di dawiyê de “Dr. Cevad Danişpejû” basek li bin navê “kuştina xelkê Kurd ji aliyê Komara Îslamî ve û rêyên yasayî bo lêpirsînên dadwerî” hate pêşkêşkirin û herwisa “Meryem Elîpûr” basek li bin navê “girtiyên siyasî û qurbaniyên wê” û herwisa “Hesen Hatem” basek li bin navê “girtiyên siyasî li komara Îslamî” de pêkêşê amdebûyan kirin.