Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat digel 2 rêkxirawên Norwêjî kombûnek lidar xist

13:05 - 5 Hezîran 2023

Heyeteke Hizba Demokrat a beşa Pêwendiyên Navnetewî li welatê Norwêjê, li kombûna daxistî ya Rêkxirawa Mafê Mirovî (Helsînkforş Komîte li Norwêjê) û Partiya Sosyalîst a Çep li parlemana Norwêjê beşdarî kir.

Rêkevta 12ê Cozerdanê, heyetek ji endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Norwêjê ku pêk hatibû ji “Gelawêj Mihemedî, Idrîs Abde û Kerîm Ellaweysî”, beşdarî li kombûneyeke gengeşekirin û xesarnasiya rewşa mafê mirovî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di vê kombûnê de ku ji aliyê Partiya Sosyalîsta Çep a Norwêjê û Rêkxirawa Mafê Mirovî ve hatibû pêkanîn, gelek kesayetî û rêkxirawên mafê mirovî yên Îranî û Kurdî wek Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê li Rojhilatê Kurdistanê û Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Îranê û hejmareke zêde ji kesayetî û çalakvanên mafê mirovî wek “Mecîd Heqî” ji welatê Fînlendê, bo xesarnasî û hilsengandina mafê mirovî li Îranê, gotarên xwe pêkêş kirin.

Herwisa çendîn şahid û çalakvanên wêjeyî bas ji dijwarbûn û sansora zêde ya rejîma Îslamî ya Îranê kirin ku çawa bi tundî azadiya gotin û azadiya çalakiya siyasî û medenî, berteng kiriye.

Di vê kombûnê de, beşdarbûyên Hizbê bolteneke amadekirî li ser binpêkirina mafê mirovî û tundûtîjiyên digel çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ve, radestê birêveberiya kombûnê kirin.

Di dawiya kombûnê de Partiya Sosyalîsta Çep a Norwêjê û Rêkxirawa Helsînkforş li Norwêjê, soz dan ku nêrîn û raporên beşdarbûyan bigihînin demûdezgehên Norwêjê û daxwaza helwîstgirtina hewce ji dewleta Norwêjê li hember siyasetên çewt ên rejîma Îslamî li Îranê bikin.