Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Em divê hertim û her derê dengê girtiyên siyasî bin

12:26 - 1 Hezîran 2023

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq roja 12ê Cozerdanê, wek roja “Girtiyên Siyasî yên Kurdistan”ê daxuyaniyek belav kir û ragihandiye, salek berî niha û li ser pêşniyara Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û piştevaniya zêde ya saziyên berevanker ji mafê mirovî li Kurdistanê roja 12ê Cozerdanê, wek roja “Girtiyên Siyasî yên Kurdistan”ê navdêr kirin û divê em hertim û her derê dengê girtiyên siyasî bin.

Navenda Hevkarî di beşek ji daxuyaniya xwe de daye zanîn, hilbijartina wê rojê ji vê songehê ve bû ku, li 12ê Cozerdana 1362an a Rojî, rejîma Komara Îslamî ya Îranê li tawaneke mezin de, 59 ciwanên xelkê bajarê Mihabadê bi tohmeta hevkarî digel saziyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Tewrêzê gullebaran kir. Ew 59 girtiyên siyasî ne bi awayekî eşkere hatine dadgehîkirin, ne jî mafê wan hebû parêzer hebin û heta piştî îdamkirina bi kom a wan, termê wan ji malbatên wan re nehatine danê û heta niha jî gorbezir in.

Navneda Hevkarî dibêje: “Komara Îslamî di heyama 44 salên derbasbûyî de bi dehan hezar çalakvanên siyasî yên Kurd li navxweyê welat ji songeha mafxwazî ve binçav kiriye û aliyê kêm 23 hezar girtiyên siyasî yên Kurd bidar vekiriye. Navenda Hevkarî di berdewamiyê de dibêje: “Rejîmê yekem îdam li Kurdiatnê bi îdamkirina 12 kes li bajarê Pawê li 28ê Gelawêja 1358an a Rojî dest pê kir ku ku gelek navçe û bajarên din ên Kurdistanê li xwe girt û di berdewamiya cinayetên xwe de, kareseta îdama bikom a 59 lawên Mihabadê li Cozerdana 1362 a Rojî de afirand”.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Diyarîkirina 12ê Cozerdanê wek roja “Girtiyên Siyasî yên Kurd” ji gelek aliyan ve girîng û guncaw e, çimkî ew 59 girtiyên siyasî yên ku di girtîgeha Tewrêzê de hatine bidarvekirin, girêdayî rêxistineke siyasî ya diyarkirî nebûn û endam û alîgirên piraniya hizb û rêxistinên Kurdistanî  tê de bûn û ew bi hevamanc û yek mebest bi mirina serbilindane bûn bi pêşenga berevanîkirin ji maf û nasnameya neteweya xwe. Wan serbilindane canê xwe sipart û serê xwe netewandin û ruha bilind a têkoşînê di nava tevgera siyasî û neteweyî ya gelê xwe de bi cih kirin

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin ji navdêrkirina roja 12ê Cozerdanê, wek roja “Girtiyên Siyasî yên Kurdistan”ê dibêje, divê roja 12ê Cozerdanê bibe sedem ku hemû hizb û rêxistinên siyasî, rêxistinên mafê mirovî û hemû alî û kesayetî di bin her şert û mercî de erkên xwe li hember girtiyên siyasî û malbatên wan bi bîr bînin. Pêwîst e her kes di her helkeftê de bibe dengê girtiyên siyasî li hundir û derveyê Îranê û bi piştevaniya xwe ya berdewam, rejîmê tê bigihînine ku hemû xelkê Kurdistanê li pişt girtiyên me yên siyasî ye û civaka Kurdistanê xwe li hember çarenivîsa wan de berpirsiyar dizanin.