Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li ser sînorê Banê canê xwe ji dest da

13:08 - 5 Hezîran 2023

Kolberekî xelkê bajarê Banê yê bi navê “Huşyar Hesenzade” li dema kolberiyê li sînorê Zileya Banê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku roja Duşemî 15ê Cozerdana 1402 a Rojî, kolberekî xelkê bajarê Banê yê bi navê “Huşyar Hesenzade”, piştî vê ku hêzên rejîma Îranê bi awayê rasterast teqeyê jê dikin bi sedema dijwariyên birînên xwe, li nexweşxaneya bajarê Banê canê xwe ji dest da.

Kurdpayê ragihandiye, ser û singê “Huşyar Hesenzade” bûne armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê.

Navbirî piştî birîndarbûnê û bi armanca çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Baneyê hatibû veguhastin, lê bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.