Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 Rêkxirawên Kedkarî li Îranê daxwaza derkirina Komara Îslamî ji Rêkxirawa Cîhanî ya Kar dikin

13:19 - 5 Hezîran 2023

Kedkar, mamoste, malnişînkirî û 8 rêkxirawên kedkarî li Îranê di nameyeke servekirî de daxwaz ji Rêkxirawa Cîhanî ya Kar kirin ku Komara Îslamî ya Îranê ji vê rêkxirawê der bike.

Roja Yekşemî 14ê Cozerdanê, kedar, mamoste, malnişînkirî û 8 rêkxirawên kedkarî li Îranê di nameyeke servekirî de rû li Rêkxirawa Cîhanî ya Kar bi îşarekirin bi serkuta berfireh ya xelkê û kedkaran li Îranê piştî qetila hikûmetî ya “Jîna Emînî”, daxwaza derkirina rejîma Îranê ji vê rêkxirwê û dawîpêanîn bi nermreftarkirina digel vê desthilatê dikin.

Ew daxwazkariye ku li destpêka 111emîn kombûna vê rêkxirawê pêşkêşê wê rêkxirawa han hatiye kirin, bas ji hejarî û nebaşbûna rewşa xelkê Îranê û herwisa kuştin û binçavkirina çalakvanan, zarokan û xwandekaran bi sedema nerizayetiyan ji aliyê desthilata Îranê ve kiriye, û ji vê dîtingehê ve daxwazê ji Rêkxirawa Cîhanî ya Kar hatiye kirin ku Komara Îslamî ya Îranê ji vê rêkxirawê der bike.

Di beşek din a vê nameyê de hatiye: Nûnerên rêkxiraw û yekîtiyên beşdar di vê kombûnê de, nûnerayetiya me kedkaran, mamosteyan û xelkê Îranê nakin, belkî ew nûnerên hikûmet û desthilatê ne.

Hêjayê gotinê ye ku 111emîn kombûna Rêkxirawa Cîhanî ya Kar roja Duşemî 15ê Cozerdanê heta 25ê Cozerdanê li bajarê “Jinêv”ê bi rê ve diçe.