Partiya Serbestiya Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê, bi hevdengî digel Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, her cure êrîşkirinek bo ser axa Başûrê Kurdistanê bi hêceta Partiyên Rojhilatê Kurdistanê şemezar kir û ev yeka bi alozkirina serweriya axa wî welatî da zanîn.
Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Çend rojan berî niha, Spaha Pasdaran wek pêşîneya xwe ya hertimî gef xwariye û piştre hejmareke hêz bi çekên giran bi armanca topbaran û êrîşa esmanî bo ser binkeyên hizbên siyasî û kempên malbatên wan ên rûniştiyê Başûrê Kurdistanê, bo sînorên Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê şandine, her wekî hemû aliyek dizane ku ew cara yekem nîne ku rejîma Îranê bi hêcetên nerast, êrîşî dike ser cihê jiyana Kurdên Rojhilat li Başûrê Kurdistanê û destkevtên Başûrê welat.
Di beşek din a vê daxuyaniyê de hatiye: “Partiya Serbestiya Kurdistanê gelek bi tundî wan cure êrîşane bo ser binke û bargehên hizb û malbatên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê welat şermezar dike û her cure êrîşekê bi binpêkirina serwerî û alozkirina ewlehiya Herêma Kurdistanê dizane”.
Herwisa Partiya Serbestiya Kurdistanê di vê daxuyaniyê de daxwaz ji hemû aliyên berpirsyar li Başûrê welat, çavedêrên cîhanî yên ku balyozxaneyên wan li Îraqê û konsulxaneyên wan li Herêma Kurdistanê de ne, kiriye ku can û jiyana malbatên Rojhilatê Kurdistanê ji êrîş û şikandina sînoran ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve bibparêzin û daxwazê ji welatên xwe û Neteweyên Yekgirtî bikin ku li hember wan binpêkirinên berdewam ên Îranê bê deng nemînin û bi kiryar helwîstê nîşan bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye, ku hewce ye hem Îrana dagîrker û hem çavdêrên cîhanê jî, bîr ji çareseriyeke guncaw bo pirsa neteweyeke mezin wek Kurd û Kurdistanê peyda bikin, nek şer û êrîşkirinê.