Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq serkut û bikomgirtina welatiyên Kurd li bajarê Avdanan ê girêdayî parêzgeha Îlamê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Navendên ewlehî yên rejîmê di berdewamiya serkuta bi xwîn a xwenîşanderên bajarê Avdanana Îlamê di çend rojên borî de û bi girtina bi kom a welatiyan, dehan kes ji xelkê vî bajarî binçav kirine û ew bajare milîtarîze kirine.
Piştî canjidestdana “Bamşad Sulêmanxanî”, xwendekarê temen 21 salî yê beşa mikanîkê di meşa şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de ku çend carekê hatibû binçavkirin û di girtîgehên rejîmê de bi tundî hatibû îşkencekirin, xelkê mafxwaz û tûre yên Avdananê roja Pêncşemî 11ê Cozerdanê, çend kombûneke nerizayetiyê li çendîn cihên vî bajarî bi rê ve birin ku bi tundî ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine tepeserkirin. Zaniyarî behsa birîndarbûna dehan kes bi sedema destdirêjiya hêzên çekdar ên rejîmê bi gulleyên saçmeyî ji xelkê xwenîşander dikin ku çend kes ji wan zarok û temenê wan bin 18 saliyê bûye; Herwisa çend kes ji wan bi wê sedemê çavên xwe ji dest dane .
Navendên ewlehî yên rejîmê ku bo serkuta xelkê û pêşîgirtin ji serhildana dubare ya xelkê Avdananê hêzeke zêde ji bajarê Endîmişk û Xuremavayê anîbûne vî bajarî, di çend rojên borî de jî, dehan kes li bajarên Dêhloran û Avdananê de binçav kirine. Herwisa li bajarên din ên Kurdistanê jî, tevî bangkirin û gefxwarin ji çalakvanên siyasî û medenî, soznameyek bi naverokeke yasayiya nerohn bi wan daye wajokirin ku di egera her bûyerekê de nabe bi ti awayekî beşdariya nerizayetiyên di paşerojê de bikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina serkuta menca nû ya xwenîşanderan û milîtarîzekirin û bikomgirtina xelkê, radigehîne ku rejîm nikare bi tekezî û berdewamiya xwe ji siyaseta girtin û kuştin û tinekirin, pêşiya hereketa mafxwazî ya xelkê Kurdistan û Îranê bigire. Şoreşa Jînayê ku bo vêdebirina Komara Îslamî bi rê kevtiye, her derfetek bo wê armancê bigunce, dê xelkê Kurdistan û Îranê bi yekgirtî û yekrêzî ve bi xebat û têkoşîna xwe bo serkevtin bi ser Komara Îslamî de berdewam bin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
15ê Cozerdana 1402 a Rojî