Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Komeleya Kultûriya Kurdî û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, serdana parlemana Norwêjê kirin

11:25 - 6 Hezîran 2023

Roja Duşemî 15ê Cozerdana 1402 a Rojî, Endamên Birêveberiya “Komeleya Kultûriya Kurdî” li Norwêjê “Qadir Ezîzbeygî û Kamil Qadirî” û herwisa “Aram Azerî û Şaniya Salihî” wek nûnerên “Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê”, serdana parlemana Norwêjê kirin.

Ew heyete ji aliyê 2 parlemantarên Norwêjê yên bi navên “Sewere Mîrlî û Manî Husênî” ku ser bi partiya Kedkarî (Arbaydê Partî) ne, pêşewazî ji wan hate kirin.

Heyeta hevpar a Yekîtiya Ciwanan û Komeleya Kultûriya Kurdî digel aliyê beranber li ser çend mijarên pêwendîdar bi Îranê û Kurdistanê bi hûrî axivîn ku basên wan ev bûn: “Êrîşên kîmiyayî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser dibistanên keçan li bajarên Îranê û bi taybet li Kurdistanê û herwisa rewşa xelkê Îranê û givaş, îşkencekirin, bêserûşûnkirin, bidarvekirina ciwanan û bi taybet xelkê nerazî yên Kurdistanê”.

Beşdarbûyên kombûnê piştî guherîna nerînan, îşare bi şêwaza kar û çalakiyên “Komîteya giştî ya Komeleya Kultûriya Kurdî” û “Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê” li welatê Norwêjê kirin.

Di dawiyê de “Komîteya Giştî ya Komeleya Kultûriya Kurdî” li Norwêjê bi awayê nivîskî, 4 xal wek daxwazî pêşkêş bi endamên parlemanê kirin ku wan jî soz dan ku bi hûrî li pey daxwaziyên wan bikevin.

Xalên daxwazkirî ev in: “Bi fermî Spaha Pasdaran a terorîst wek rêkxiraweke terorîstî bidin nasandin, hewlê bidin ku Îran neçar bimîne ku rêz ji yasayên navneteweyî bigire û girtiyên siyasî azad bike û hemû cure bidarvekirinekê bisekinîne, parleman û dewleta Norwêjê piştevaniya siyasiya xwe ji xebata xelkê Kurdistanê û gelên Îranê rabigehîne û parleman û dewleta Norwêjê hêzên Kurdistana Îranê wek hêza opozîsiyon bi fermî nas bike û bo bi pêşxistina pirsa demokrasî û çareseriya aşîtîxwazaneya pirsa Kurd li Îranê destpêşxeriyeke fermî bike”.