Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina bi guman a welatiyeke xelkê Îlamê

11:26 - 6 Hezîran 2023

Mensûre Siguwend, xwendekara yasayê li zanîngeha Azadî ya Avdanan û endama şanazî ya hêzên leşkerî yên rejîmê, piştî heyamekê ragihandina destjikarkêşana xwe, bi awayekî cihê gumanê li bajarê Avdananê jiyana xwe ji dest da.

Şeva Yekşemî 14ê Cozerdana 1402 a Rojî, berpirsên dermanî yên nexweşxaneya Îlamê, nûçeya mirina Mensûre Siguwend, xwendekara yasa ya zanîngeha Azadî ya Avdanan û endama şanazî ya hêzên Întizamî, mirina wê bi sedema rawestana dil piştrast kiriye..

Di vê derheqê de “Îsa Baziyar” çalakvanê siyasî-medenî yê xelkê Avdananê di hevpeyvînekê de digel Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ragehandiye: “Navbirî beriya mirinê çendîn caran ji aliyê dezgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Avdananê hatibû gazîkirin û lêpirsîn û gefa kuştinê ji wê hatibû kirin.

Îsa Baziyar ev yeka jî gotiye: Piştî têkçûna pêwendiyên Mensûre bi hêzên ewlehî yên rejîmê re di destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadiyê de, li Xuremavayê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.

Piştî belavbûna nûçeya mirina Mensûre, piraniya çalakvan, parêzer û welatiyên Xuremavayê ku nûçeya mirina wê li ser rûpelên xwe yên torên civakî belav kiribûn, rastî gefên hêzên rejîmê hatibûn.

Ji aliyeke dinê ve malbata Mensûre jî, ji ber gefên piraniya navendên ewlehî yên rejîmê hatine bêdengkirin.

Hêjayê gotine ku Mensûre 6 demjimêr beriya mirina xwe, li ser sitoriya torên xwe yên civakî de nivîsîbû: “Em ji mirinê ditirsînin, xo em niha jî sax nînin.

Navbirî berê jî li ser Instagrama xwe nivîsîbû: “Berê min wek endama şanazî ya hêzên ewlehiyê li Xuremavayê kar dikir, lê ji wê demê şûn ve ti pêwendiya min bi wan re nemaye û şanaziyê bi wê yekê dikim ku digel gel û welatiyên xwe me.