Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya givaşên Komara Îslamî ya Îranê li ser xwendekaran

12:28 - 6 Hezîran 2023

Di demekê de ku gazîkirina xwendekaran û derxistina hukma ragirtin û qedexekirina çûna wan bo odeyên xwendekarên zanîngehê berdewam e, rêxistinên xwendekarî menca bangkirina xwendekarên Zanîngeha “Îlm û Sen`et”ê ji bo komîteya dîsîpilînê û destnîşankirina herî kêm 11 mamosteyên zanîngehê ragihandiye.

Şêwreya Sendîkaya Xwendekaran roja Duşemî 15ê Cozerdanê raporek belav kir, ku di heyama hefteya borî de hejmarek zêde ji xwendekarên zanîngeha “Îlm û Sen`et” a Tehranê ji ber nebûna hîcaba bizorê bo komîteya dîsîpilînî hatine gazîkirin.

Li gorî vê raporê, 11 mamostayên zanîngehê ji aliyê wê zanîngehê ve hatine gazîkirin û hêzên ewlehiyê bi hinceta şêwaza lixwekirina cil û bergên xwendekaran di dema qedemlêdanê de ew azar dane.

Şêwreya Sendîkayî ya Xwendekaran behsa vê jî kiriye ku givaş bo ser xevtingeha keçên xwendekar zêde bûye û çavdêrî bi ser şêwaza lixwekirina cil û bergên wan û hatinûçûna wan de zêde bûye.

Di dema şoreşa Jînayê ya li dijî Komara Îslamî de, zanîngeh yek ji navendên sereke yên xwenîşandanên dijî rejîmê bûn û xwenîşandan niha jî li zanîngehan berdewam in. Li gor amaran, ji destpêka şoreşa Jînayê ve heta niha 720 xwendekar hatine girtin.