Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zirêpoşeke rejîmê da ser welatiyekî xelkê bajarê Seqizê

12:48 - 6 Hezîran 2023

Li berdewamiya veguhastina cebilxane û alavên şer bo sînorên Rojhilatê Kurdistanê, maşîneke zirêpoş a rejîmê da ser ciwanekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Bêhzad Qeyserî”, û demûdest canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Hengaw”ê, roja Şemî 13ê Cozerdana 1402 a Rojî, zirêpoşeke “Riyo” a rejîmê rêya xwe guheriye û ji karwanên leşkerî cuda bûye û li şeqama “Sîlo”ya bajarê Seqizê, welatiyek ê bi navê “Bêhzad Qeyserî” kiriye bin xwe û kuştiye.

Pêka gotina şahidan, di halekê de li şeqama Sîloyê maşîna rejîmê daye ser wî ciwan Kurd, navbirî li ser motorsîkleta xwe li tenîşta benzînxaneyê sekinîbûye.

Çend çavkaniyên agehdar jî ragihandine, ew zirêpoşa ku daye ser “Bêhzad Qeyserî”, beriya çûn bo nav bajarê Seqizê, digel sitûneke leşkerî ji Urmiyê bo sînorê “Başmax”a bajarê “Merîwan”ê ve diçû û ji kemerbendiya bajarê Serqizê re derbas bûne.

Piştî kuştina “Bêhzad Qeyserî”, ajotvanê vê zirêpoşa rejîmê ji aliyê çend kes ji welatiyan ve hate girtin, lê bi sedema destêwerdana lezgîn a îdareya Îtilaata rejîmê, ji wî cihî hatiye dûrxistin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin. Heta niha nasnameya wî ajotvanê nehatiye zanîn û navendên rejîmê jî zaniyariyên çewt di vê derheqê de belav dikin.

Hêjayê gotinê ye ku termê “Bêhzad Qeyserî” di hemen rojê de li gundî wî yê bi navê “Parsaniyan”ê, bi axê hatiye spartin.