Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Uraniyoma meyandî ya Îranê 23 qat zêdetir ji qasa rêpêdayî ye

12:39 - 1 Hezîran 2023

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî di raporekê de belav kiriye, ku qasa Uraniyoma meyandî ya Îranê 23 qat zêdetir ji qasa rêpêdayî ya sala 2015 a Zayînî ya di navbera rejîma Îranê û xwedî hêzên cihanê de ye.

Pêka raporeke nihênî ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, paşkevta giştî ya Uraniyoma meyandî ya rejîma Îranê li 13ê meha May a 2023 a Zayînî, 4 hezar û 744 kîlo û 5 giram hatiye berewirdkirin, lê pêka xalên lihevkirina Bercamê, rejîma Îranê bi tenê îzna meyandina 202 kîlo û 8 giram hebûye, bi vê pêkê Uraniyoma meyandiya Îranê niha 23 qat zêdetir ji qasa rêpêdayî ye.

Herwisa rejîma Îranê pêka xalên lihevkirinên Bercamê bi tenê îzna meyandina Uraniyoma bi tîratiya nêzî %3.67 hebû, lê niha zêdetir ji 470 kîlo û 9 girem Uraniyoma meyandî bî tîratiya %20 û 114 kîlo û yek girem Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 heye û renge bi tîratiya zêdetir jî meyandibe.

Piştî peydabûna Uraniyoma meyandî ya %83.7 li binkeya Navkîya rejîmê li “Fordo”yê, rejîma Îranê nêzî berhemanîna Uraniyoma meyandî bi tîratiya %90 bûye û niha bo berhemanîna 2 bombên navkî, bi qasa hewce Uraniyom heye, lê divê heta tîratiya %90 bimeyîne.