Beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê digel Dr. “Hêlmut Brandiştêter” Endamê Parleman û Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya “Lîberal-Demokrat” a Ortîşê li parlemana Otrîşê hevdîtin kirin.
Roja Duşemî 15ê Cozerdana 1402 a Rojî, Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê “Mihemed Feqîelî” serdana Dr. “Hêlmut Brandiştêter” li ofîsa wî ya li kulûba Parlemantarên Partiya “Lîberal-Demokrat” li Parlemana Ortîşê kir.
Di vê hevdîtina yek demjimêrî de nûnerê Hizba Demokrat tevî gihandina daxuayniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi navbirî û çend kes ji hevkarên wî re, di baseke hûr de çendîn mijarên girîng bo Dr. “Hêlmut Brandiştêter” û hevkara wî “Natalî Raydil”, rohn kirin.
Di berdewamiyê de, “Mihemed Feqîelî” baseke kurt li ser dîroka Hizba Demokrat û xebata vê Hizbê û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo pirsa Kurd kir û piştre li derheq şoreşa “Jîna”, serhildan û çêbûna vê derfetê li Kurdistanê û berfirehbûna vê li heyameke kin li seranserê Îranê kir.
Piştre “Mihemed Feqîelî” çend daxwaziyên wek piştevanêkirin ji doza rewa ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, naskirina Îranê wek welatekî çendîn neteweyî û beşdarîkirina neteweyên Îranê li kom û civînan anî ber basê.